Daxuyaniya ku heyeta BDP-HDP’ê di derbarê hevdîtinê de kirîn de wiha ye:
“Di destpêkê de dîmenên vîdeoyan yên di wan rojên dawî de hatine weşandin ji bo bidawîkirina pêvajoyê yan jî ji bo bêîtîbarkirinê wek parçeyeke ji plana veşartî û bi dizî hatine montajkirin. Tu rastiya van dîmenên ku ji hevokên hatine qutkirin, car caran jî hevokên qet tune ne, anîne gel hev û çêkirine nîn e. Yên ev kirine, hêmanên navendên operasyona emperyalîst ên destên wan herî bixwîn û di nav wan karan de hatine xebitandin û avêtine rexekî ne. Di vir de di rastiyê de hedef astengkirina aştî û tifaqa Kurd-Tirk û gelên din e. kesên ev montaj çêkirine, weşandin e û di aliyê siyasî de diparêzin ev kes in ku hebûna xwe bi şerê Kurdan û mekanîka darbekar a vî şerî ve girêdane. Nêzîkatiya min a esasî ya di vê mijarê de bi awayekî herî aşkera di parêznameyên min de heye. Û ji destpêkê ve bi heman awayî ye. Bi ketina 16’emîn sala komploya navneteweyî re komplo di asteke mezin de hatiye ronîkirin û bi gelek aliyên xwe ve tedbîrên wê jî hatine girtin.
Pêvajoya Îmrali ev komploya navneteweyî teşhîr û mehkûm kiriye, ji bo aştiya mayînde ya gelên me firsendeke girîng afirandiye. Di rastiyê de jî êrîşa hêzên komploger a li hember pêvajoya Îmrali tam jî ji ber vê ye. Pêvajoya ku em hatinê, nêzîkatiya tenê ji bo ewlehiya xwe û pakêtên yekalî provokatorî ye. Ya pêwîst demokratîkbûna ku bi garantiya peymana civakî bi rê ve biçe.
Hikûmet bi hinceta hilbijartinan dikeve rewşeke ji ciddiyeta pirsgirêkê dûr. Eger vê helwesta xwe bilez neguhere wê berpirsiyarê herî sereke yê qedandina pêvajoyê be. Ji ber vê divê bilez heyetên muzakereyê bên avakirin û huqûqê peymana demokratîk esas bê girtin. Di destpêkê de ji gelê me yê di serî de li Ewropa û li çar aliyê cîhanê belav bûye, lê nasnameya xwe ya demokratîk a neteweyî parastiye, ji xebatkarên me yên medyayê, jin û girtiyên nexweş re, ji tevayî rêhevalên me yên di girtîgehan de û tevayî kadroyên me re silavên xwe yên taybet dişînim.
Ez bang li gelên me dikim da ku bilez li derdora siyaseta me ya demokratîk û aştiyane kom bibin.” anf