Kim, bang li her kesî kir ku ji bo bajarê Sûriyê Keseb ku li ser deryayê ye, li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê ye û şerekî giran lê heye û ketine bin destê çekdarên opozîsyonê, nimêjê bikin.
Piraniha xelkê Keseb Ermenî ne, ji tirsa ku grûpên Îslamî wan tune bikin, ew ji bajêre reviyan, lê hejmarek hîn li wir mane.
Kim li ser Twitterê, twittek belav kir û got, eger ku tu nizanî li Keseb çi dibe, di Google de lê bigere… û ji ber ku ez Ermenî me min gelek çîrokên bi êş bihîstine…
Kim behsa komkujiya li Tirkiyê hate serê Ermeniyan kir û got Werin em ji bo Keseb nimêj bikin.