Serrûpel Nûçe Ciwanekî Kurd li Dêrîkê hate revandin

Ciwanekî Kurd li Dêrîkê hate revandin

Belav bike

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Azad Dawd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Azad roja yekşemê dora saet 12ê şevê li orta bajarê Dêrikê ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin”.

Li gor wê çavkaniya ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, “Azad dema ji kafînêta bi navê Clicknet derdiket û vedigeriya malê, ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin”.

Çavkaniyê tekîd kir ku Azad xwendekarê sala sêyem a beşa matmatîk ya zanîngeha Şamê bû û li nav bazara Şamê pirtûk difiroştin ji bo ku debara jiyana xwe peyda bike. Ew piştî teqîna navenda ewlekariya neteweyî di tîrmeha sala 2012an de ji Şamê derket û vegeriya bajarê Dêrikê.

Çavkaniyê herwiha got ku Azad kesekî serbixwe ye û têkiliya wî bi ti partî û rêxistineke siyasî ve tine ye û bi tenê tevlî çalakiyên rewşenbîrî û çandî dibû.

Derbarê pirseke Rûdawê de ku gelo heta niha grûpa ku Azad revandiye telefona malbata wî kiriye yan ne, çavkaniyê ragihand ku li gor zaniyariyên wî “heta niha ti kesî telefona malbata Azad nekiriye”.

Dêrik wek bajarê herî ewlekar û aram li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û ew di bin kontrola YPG û hêzên asayişê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye. Rûdaw

Çalakvanekî Kurd bi navê Azad Dawd li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke nenas ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî nediyare.

Çavkaniyeke nêzîkî malbata Azad Dawd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Azad roja yekşemê dora saet 12ê şevê li orta bajarê Dêrikê ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin”.

Li gor wê çavkaniya ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, “Azad dema ji kafînêta bi navê Clicknet derdiket û vedigeriya malê, ji aliyê 4 kesên nenas ve hat revandin”.

Çavkaniyê tekîd kir ku Azad xwendekarê sala sêyem a beşa matmatîk ya zanîngeha Şamê bû û li nav bazara Şamê pirtûk difiroştin ji bo ku debara jiyana xwe peyda bike. Ew piştî teqîna navenda ewlekariya neteweyî di tîrmeha sala 2012an de ji Şamê derket û vegeriya bajarê Dêrikê.

Çavkaniyê herwiha got ku Azad kesekî serbixwe ye û têkiliya wî bi ti partî û rêxistineke siyasî ve tine ye û bi tenê tevlî çalakiyên rewşenbîrî û çandî dibû.

Derbarê pirseke Rûdawê de ku gelo heta niha grûpa ku Azad revandiye telefona malbata wî kiriye yan ne, çavkaniyê ragihand ku li gor zaniyariyên wî “heta niha ti kesî telefona malbata Azad nekiriye”.

Dêrik wek bajarê herî ewlekar û aram li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin û ew di bin kontrola YPG û hêzên asayişê yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de ye.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/060520147#sthash.bJ8aBrPG.dpuf