Serrûpel Magazîn Helly Luv ji ber DAİŞ’ê nikarî konserê bide

Helly Luv ji ber DAİŞ’ê nikarî konserê bide

Belav bike


Helly Luve di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re got ku berî çend mehan ew hatibû agehdarkirin daku beşdarî şahiya jidayikbûna Şahjina Brîtaniya li bajarê Hewlêrê bibe, ku îro 21.06.2014 birêve diçe.

Helly Luv da zanînku ew gelek kêfxweş bû bi vê yekê û ew razî bû beşdarî ahengê bibe, lê koma wê gotine ku ji ber alozaiya rewşa ewlekariyê ya Iraqê û gefên DAÎŞ’ê ew nikarin amade bibin lewma nikare di vê şahiyê de konserê bide

Luv wiha axifî: “Min gelek caran ew agahdar kirin ku rewşa Kurdistanê gelekî ji rewşa Iraqê cuda ye, lê mixabin hinek raportên rojnamevanî di medyaya cîhanî de belav dibin ku cudahiyeke zêde naxin navbera rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê, herwiha li ser nexşeyê jî diyar dibe ku Mûsil û Hewlêr gelekî ne dûrî hev in, lewma ew bawer nakin ku rewşa aram li Kurdistanê û li Hewlêrê bi taybetî wiha bimîne û biryar dan ku beşdarî vê ahengê nebin.”

Helly Luv axaftina xwe wiha qedand: “Min biryar dabû ku ez bêm û hatim jî, heta ku ji wan re bidim xuyakirin bê çiqas cudahî di navber navçeyên Kurdistanê û navçeyên Iraqê de heye.”

Îro, Şemiyê, dê ahengek bi helkefta rojbûna Şahjina Brîtaniya li konsulxaneya wî welatî li Hewlêrê bê lidarxistin. (BAS)