Ew petrola Kurdistanê ya ku hatiye firotin, petrola kêlgehen Teq Teq û Zaxoyê ye û 13 dolar kêmî behayê petrola xav li bazarên cîhanê hatiye firotin, ji ber di nav petrolê de kukurt zêde bû û aliyê ku kiriye divê vê kukurtê ji nav derxîne.
Li gor Reutersê, pereyên keştiya duyem a petrola Kurdistanê jî li Halk Banka Tirkiyê hatine razandin. Berî niha Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragehandibû ku yekem keştiya petrola Kurdistanê bi 97 milyon dolar hatiye firotin û 93 milyon dolar jê li Halk Bankê hatiye razandin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandibû ku niha rojane 100-120 hezar bermîl petrol bo derve tê şandin û di Temûza dahatû de jî hinardekirina petrolê digihe 400 hezar bermîl petrol di rojekê de.
Di destpêka sala 2014’an de hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya xeta boriyên petrolê, dest bi şandina petrola xwe ya xav kir bo Tikriyê daku ji wê de bifroşe bazarên cîhanê, bêyî ku li benda rizamendiya hikûmeta navendî bimîne û ev yek heta niha cihê nakokiyê ye di navbera Hewlêr û Bexdayê de. bas