Serrûpel Nûçe Tirkiyê rê vekir Gerîla derbasî Kobanî bibin

Tirkiyê rê vekir Gerîla derbasî Kobanî bibin

Belav bike

Ew gerîla bi şev derdora seet 0.2 derbas bûn. Li hember derbasbûna wan hikûmeta Tirkiyê asankarî çêkir û dengê xwe nekir.
Gundiyên ku li ser sînor rûdinin dibêjin, esker û hêzên ewlekariya li ser yên yên li aliyê Tirkiyê li hember wan gerîlayên PKK û xelk ku derbas bûn, bêdeng man û rê negirtin û tu astengî jî ji wan re çênekirin.

Gundiyekî bi riya telefonê ji AVESTA re got, wî bi çavên xwe ew konvoya gerîla dît, ew bi çek bûn, sloganên weke “Bijî Serok Apo” bilind dikirin, ala ERNK-PKK rakiribûn, li mînîbusan siwan bûbûn û sînor derbas kirin.

Ev yekemîn care ku ji bakurê Kurdistanê bi vê eşkerebûnê gerîla ji bakurê Kurdistanê derbasî rojavayê Kurdistanê dibin û di nava hêzên YPG de cih digirin.

Li gor jêderên ku ji Kobanî tên, fermandarên YPG, hem li Kobanî hem jî li Efrîn û Cizîrê ji bakurê Kurdistanê ne û ji Qendîlê hatine.

AVESTA KURD