Îro yekşemê şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya nunerê Mîrê Êzidiyan Hazim Mîr Tehsîn Beg û heyeteke pê re kir ku ji her yek ji Serokê mala Êzidiyan li Almanya Telîm Tolan û nunerê Qasim Şeşo Nasir Şengo.
Di destpêka hevdîtinê de nunerê Mîrê Êzidiyan silavên Mîr Tehsîn Beg pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir û herwiha jiber hevdîtina han jî spasiya Mesrûr Barzanî kir.
Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî jî bi germî bixêr hatina heyeta mêwan kir û jiber ew karesata ku li ser Şangalê de qewmî perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî cenabê Serok, xwe, heyeta mêwan û tevahiya xelkê şengalê kir û got: “Ev karesat û destdirêjiyên ku li ser xelkê Şengalê hatine kirin birîneke gelek kure û bi ti awayî nayê jibîrkirin.”
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku cenabê Serok li hember karesata han gelek dilgirane û got: “Rizgar kirina Şengalê erkê tevahiya me ye û hewldanên xwe bo rizgar kirina tevahiya navçeyên Kurdistanî bitevger dikin û bi tevahiya karînên xwe ve hewl bo dîtin û rizgar kirina wan kesan jî didin ku hatine refandin.”
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa çawetiya êrîşên terorîstan bo ser Şengalê û kemaniyên heyî kir û got: “Bo lêkolîn kirin li ser rewşa han komîteyek li ser fermana Serokê Kurdistanê hatiye damezrandin.”
Mesrûr Barzanî herwiha behsa rola qehremanane ya wan pêşmergeyan kir ku li deverê de mane û xelk Parastine û got: “Ew qehremanên ku li deverê mane cêyê şanaziyê tevahiya me ne.”
Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de behsa ew tedbîran kir ku heta niha bo rizgar kirina Şengal û gehandina hevkariyan bo xelkê deverê hatine stendin.
Pişt re Hazim Mîr Tehsîn Beg jî di peyvekî de kêfxweşiya xwe ya li hember hevdîtina han diyar kir û got: “Hêviya me ya herî mezin bi cenabê Serok Barzaniye.”
Di berdewamiya hevdîtina han de behsa qirîza insanî ya deverê ku bûye sedema koçber bûna 450 hezar welatî û herwiha bandorên ew qirîz û karesata han hate kirin.
Pişt re Serokê mala Êzidiyan ya li Almanya behsa kar û çalakiyên mala han û herwiha serdanên xwe yên meydanî bo cem Penaberan kir.
Di dawî de Mesrûr Barzanî careke din tekez li ser giringiya Şengalê kir û got: “Emê berpirsiyartiya xwe bicîh bînin û bo rizgar kirina Şengalê her tiştekî emê bikin û xwe ji Şengalê cuda nakin.”