Serrûpel Nûçe Nêzîkî 1000 pêşmerge derbasî Rojava bûn

Nêzîkî 1000 pêşmerge derbasî Rojava bûn

Belav bike
Çend jêderên cuda ji AVETSA  re diyar kir ku hejmara pêşmergeyan nêzîkî 1000 kesî bûn û çekên giran bi wan re bûn.

Heman jêderan diyar kirin ku wan berê xwe dan Kobanî.

Jêderan gotin, duh xwaringehên Serêkaniyê xwarin ji pêşmergeyan re çêkirin û xwarina jî bi giranî Lehmecûn bû ye.

Ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanî bibin divê çend herêmên asê yên di bin destê DAIŞ de derbas bikin, weke herêma Til Ebyed (Girê Sipî)

Hate ragihandin ku niha li rojavayê Serê Kaniyê şerekî giran heye.

Ev nûçe hîn ji aliyê pêşmerge û YPG ve nehatiye piştrastkirin.