Peyamnêrê Rûdawê Nêçîrvan Husên ragihand ku, “Seat 3ê sibehê Hêzên Pêşmerge di operasyoneke hevbeş de ligel şervanên YPGê û Hêzên Artêşa Azad li dijî çekdarên DAIŞê pêk anîn.”
Nêçîrvan Husên tekez kir ku, “Di wê operasyonê de 4 gundên derdora Kobanî ji çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin, ew gund jî ev in: Eerbuş, Menaze, Elbelur û Çikur.”
Hêzên Pêşmerge bi çekên giran li wan gundan dan û şervanên YPGê û Hêzên Artêşa êriş kirin û ew gund ji bin destê DAIŞê derxistin. Rûdaw