Hevserokê berê yê PYDê, Salih Mislim, dibêje bi tenê riyeke li ber wan heye ew jî parastina Rojavayê Kurdistanê ye li hember her êrîşekê ku bê kirin û diyar kir ku ewê Efrîn ji Tirkiyê biparêzin.
Medya Tirkiyê ew pilana ku ji bo êrîşa ser Efrînê hatiye danîn, eşkere kir, li gor wê pilanê wê di destpêkê de 5 rojan Efrîn ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê bê bombebarankirin, piştre bi top û rokêtan wê êrîşî ser navendên YPGê bê kirin, di gava sêyem de jî wê hêzên bejahî yên Tirkiyê û çend aliyên opozisyona Sûriyê yên nêzîkî Tirkiyê derbasî nav deverê bibin.