Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, Komeleya Rojnamegerên Magazînê, 13 sal paşê gavek avêtiye ku wekî gaveke lêborînê tê nirxandin. Komele ji niha û pêve, wê her sal Xelata Taybet a Ahmet Kaya bide.
Xelata yekê îro şefê orkestrayê û baxlemekarê Ahmet Kaya Umît Yilmaz distîne. Xelata Yilmaz wê ji hêla hevalê Ahmet Kaya, rojnameger Savaş Ay ve bê dayîn.
Jina Ahmet Kaya, Gulten Kayayê diyar kir ku MGD ev du sal in difikire xelatê bide û li ser vê yekê nîqaşên xwe berdewam dike. Gulten Kaya wiha dibêje:
“Ahmet Kaya mmirovekî muzîkê bû. Jixwe tiştê divê bibûya ev bû. Heke bibe telafiya wê şeva nexweş ku di jiyana me de bû sedema êş û janan, ezê kêfxweş bibim.”
Reyhan Ozdemîr li ser xelata MGD-yê agahî da û got tu sûcê komeleya wan di bûyera sala 1999-ê de tuneye, lê ew dîsa jî ji ber tiştên qewimîne xemgîn in.
Ahmet Kaya di roja xelatdayîna MGD-yê ya sala 1999-ê de rastî hewldana lînckirinê hatibû. Paşê doz li Ahmet Kaya hatibû vekirin. Kaya piştî dozvekirinê neçar mabû here derveyî welat.
Ahmet Kaya 16-ê Sermaweza 2000-î li Parîsa Fransayê jiyana xwe ji dest dabû. netkurd