Serrûpel Nûçe Serokwezîr pêşwaziya nûnerê serokê Rusya kir

Serokwezîr pêşwaziya nûnerê serokê Rusya kir

Belav bike

Nûnerê taybetiyê serokê Rusiyayê got ku, ji bona ku ew ji nêzîk haydarî rewş û pêşhatên Îraq û herêma Kurdistanê bibin û çewaniya berbipêşvebirina karên hevbeş û zêdetir pêşxistina têkeliyan bi Hewlêrê re wan ev serdan bo herêma Kurdistanê kiriye. Bogdanov got ku, têkeliyên Kurdistan û Rusiyayê peywendiyên kevin in û ji naversta sedsala borî li wê dema mela Mistefa Barzanî û hevalên xwe li Rusiya mabûn.

Şerê dijî DAÎŞê û serkeftinên berdewamên pêşmerge û giringî û tesîra hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê  û metirsiya terorê bo ser hemû cîhanê çend mijarên din yên civînê bûn û di vê çarçoveyê de tekîd li ser giringiya hevahengî û lihevguhertina zaniyariyên îstîxbaratî di navbera saziyên peywendîdarênÎraq, herêma Kurdistan û Rusiyayê ji bona berhingarbûna terorîstan kir. Şandeya mêvan pişgiriya Rusiyayê bo herêma Kurdistanê tekîd kir.

Behsa wan hevkariyên mirovî yên Rusiya pêşkeşî herêma Kurdistanê, ji bo koçber û penaberan, dike hat kirin û ji bona wan alîkariyan serokwezîrê Kurdistanê sipasiya Rusiyayê kir.

Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompaniyên rusî yên li herêma Kurdistan û bi taybetî ew kompaniyên di warê enejî û çavkaniyên xwezayî de kar dikin, hat kirin  û serokwezîrê Kurdistanê tekîd kir ku, herêma Kurdistanê bi çavekî giring li têkeliyên bi Rusiyayê re dinêre û kompaniyên rusî dikarin di hemû waran li herêma Kurdistanê de sermayerazandinê bikin. Herêma Kurdistanê jî dikare di gelek waran de sud ji tecrûbe û pisporiya Rusiyayê werbigire.

Rewşa deverê bi giştî û rewşa Suriyeyê bi taybetî hatin gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî gotku, pirsa Suriyê bi rêya şer çareser nabe û divê bi rêya diyalogê çareseriyeke siyasî jê re bê dîtin.

Kar û çalakiyên konsulxaneya Rusiyaytê li herêma Kurdistanê, têkeliyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re mijarên din yên civînê bûn û şandeya rusî kêfxweşiya xwe li hember  rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir.