û di çarçoveya çalakîyên çandî û hunerî yên Şaredarîya Mezin a Amedê de li Başûrê Kurdistanê li bajarên Ranya, Silêmanî û Maxmûrê ve bû diyarîyî gelê Kampa Maxmûrê kir.
Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, daxuyand ku, pêşgangehên wî yên li Başûrê Kurdistanê li bajarê Ranya, Silêmanî û Kampa Maxmûrê, ji alîyê gel ve bi eleqeyek mezin hatîyê pexwazî kirin û ji alîyê bi hezaran kes hatîye ditin. Suer, got ku, berî ku pêşangeh herê Başûr, agahîyek vergirtîye ku li Kampa Maxmûrê arşîvek ji wêneyên wî çekirine û wêneyan di perwerdehîya zarok û civanan ya çandî hunerî de tên bikaranîn. Û xebatên wî bi balkêşî tên şopandin. Li ser vê nûçeyê Suer, ji rayadarên ku pêşangeh biribûn Başûr xwest ku pêşangehê li Maxmûrê bihêlin.
Mehmet Masum Süer viha axivî: “Dema ku min ev nûçe bihîst ez gelekî hestîyar û kêfxweş bûm. Û min biryara diyarîkirina pêşangehê kir. Hevalên ku pêşangeh biribûn vê daxwazîya min bi cî anîn û pêşangeh teslimi gelê kampê kirin. Gotine ku, dê korzîyek taybet ji bo van wêneyan vekin. Ev yek ji bo min rûmet dayînek mezin e. Ji alîyê din min bi pêşangeha xwe dixwest ku hem bajarê xwe Amedê bidim nasandin û hem jî gelê me yê Bakûr û Başûr bi rêya wêneyan bigihişînim hev û dû û nêzîkî hev û dû bikim. Bi raya min, ez gihiştim vê armanca xwe. Ji ber ku vê armanca min bi cîh anîn û pêşangeha min jî vergirtin nav çalakîyên xwe, ez spasîyên xwe pêşkêşî Serokê Şaredarîya Mezin a Amedê birêz Osman Baydemîr û Serokê Daîreya Çand û Turîzmê birêz Muharrem Cebe dikim…”
Pêşangehek mezin ya Mehmet Masum Suer jî di navbera 31’ê Tebaxû 3’yê Îlonê de li Amerîka li paytexta eyaleta Tennessee li Nashvilleê vebe ku ji 55 wêneyan pêk te dê vebe. Pêşangeh dê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistanê ya Çandê ve tê amadekerin vebe. Bajarê Nashvilleê, bajarekî ku li Amerîka herî zêde Kurd lê dijîn. Sazîyên Kurdên Amerîka hewl didin ku pêşangehê li çend bajarên navendî yên Amerîkayî din bigerînin.