Serrûpel Nûçe Barzanî serkeftina HDP pîroz kir (peyam)

Barzanî serkeftina HDP pîroz kir (peyam)

Belav bike

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi minasebeta biserkeftina hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelên Tikiyeyê û hemî partiyên ko beşdarî hilbijartinan bûn dikim. Serkeftina van hilbijartinan belgeya wê yekê ye ko demokrasî li Tirkiyeyê gihîştiye asteka bilind ya pêgihiştinê.

Gelek jî kêfxweş bûm ko kurd cara yekê di atmosfereka demokratîk de bi rêya partiyeka siyasî ketin Parlamentoya Tirkiyeyê. Ev ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê destkefteka girîng e. Her bi vê minasebetê jî destxweşiyê li serkirdayetî, endam û alîgirên Partiya Demokratik ya Gelan dikim.

Çawa ko em berê palpiştê pêşveçûna prosesa aştî û demokrasiyê bûn li Tirkiyeyê, ji niho û pê ve jî em dê vê piştgiriya xwe berdewam bikin. Hêvîdar im ev destkeft bibe cihê berfirehtirbûn û kûrtirbûna aştî û birayetiyê li Tirkiyeyê û şondewsên sîtemkarî, înkar û cidakariyê nemîne.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
8/6 2015