43 sala berê, Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li Amedê, di saziya Tapû û Qadestroyê de, wek Teknisyenê Qadastroyê xebitîbû.
Wê dema, ji bo erdên li ser rêya Amed û Erganiyê, pafteyên planên îmarê hatine amadekirin. Di bin belgeyeke ku ji bo erdê ku niha dike girtîgehek were çêkirin de, îmza Ocalan derket. Di bin belgeyê de “Teknisyen / Abdullah Ocalan û îmza Ocalan” heye.
Li Amedê, li ser wî erdî, ku hezar û 413 donim e, bi kapasîteyeke 2 hezar û 80 kesî, girtîgeh tê çêkirin. Tê payîn ku di sala 2014 an de biqede.