Ekrem Germiyanî ji Rûdawê re ragihand: “Li gorî agahiyên me, rêxistinên PKKê li Kelar û Germiyan hewleke mezin didin bo germikirina xwepêşanderan û tundkirina xwepêşandanan.”
Li bajarok û bajarên Başûrê Kurdistanê xwepêşandan didomin û piştî ku duhî xwepêşanderan baregeheke PDKê şewitandin, îro baregeheke din a PDKê agir berdanê.
Herwiha xwepêşanderên navçeya Kelar a parêzgeha Silêmaniyê êrişî baregeha PDKê kirin û ew baregeh şewitandin û dema ku xwepêşander baregeha PDKê dişewtînin ban dikin Bijî Apo.