Serrûpel Magazîn Derhênerê Kurd li Antalya baştirîn xelat stand

Derhênerê Kurd li Antalya baştirîn xelat stand

Belav bike

52yemîn Festîvala Navnteweyî ya Fîlmên Antalyayê îşev bidawî bû û fîlmên xelat wergirtin hatin diyarkirin.

Fîlma kurdî ya bi navê “Bîranînên Ser Keviran” ya derhênerê kurd Mihemed Emîn di festîvala Antalyayê de ji aliye juriyan ve wek fîlma herî baş hilbjartin.

Xelatê Bîranînên Ser Keviran senarîstê wê Mehmet Aktaş stand û got ew xelatê fîlmê diyariyê dayîkên zarokên wan hatine kuştin.

Fîlma “Bîranên Ser Keviran” a Korkî beriya niha jî di festîvalên mezin ên sînemayê de beşdar bûye, gellek xelatên hêja yên festîvalên navdewletî bidest anîbû.

Ev fîlm ji aliyê Mitos Fîlm û Rêveberiya Sînema Dihokê ve hatiye çêkirin. (Rûdaw)