Şaredara Amedê Gulten Kişanak li ser idîayên ku dibêjin PKK ew girtiye û avêtiye zindanê got, ew idîa ne raste, kesekî ew negirtiye, lê ji ber qedexeya derketina kolanan wê nikaribû ji hundir derkeve û biçe serdana navçeya Sûrê bike.
Di daxuyaniyeke nivîskî de Kişanak diyar kir ku
Medyaya Tirk idîa kiribû ku ji ber hinek helwestên Kişanak di derbarê Sûrê de ku ji milîtanên PKK xwestibû ji wê derê derkevin, dibêjin ew ji aliyê PKK ve 6 saetan hatibû girtin û ew xistibûn zindanê.