Serrûpel Nûçe Rojnameya (Berçav) dîsa derket

Rojnameya (Berçav) dîsa derket

Belav bike

Rojnameya Berçav ku berê li Kobanî derdiket, û ji ber şerê li Kobanî (2014) demekê hatibû rawestandin, vê carê li ser kaxetê bi awayekî profesyonel û rengî derket.
Xwedî û sernivîserê rojnameyê Farûq Hecî Mistefa ku niha li bakurê Kurdistanê li bajarê Entabê dimîne, dibêje piştî 2 salan ji rawestandinê dîsa dest bi weşana xwe kir.
Rojname berê her hefte derdiket û li Kobanî û li derdora wê dihate belavkirin.
Ev hejmara nû ya Berçav No.: 25.
 
www.bercav.com