Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD 2 serkirdeyên Yekîtî girtin

Asayîşa PYD 2 serkirdeyên Yekîtî girtin

Belav bike

Asayîşa PYD li Amûdê avête ser mala endamê polîtbîroya partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (YEKÎTÎ) Enwer Naso û endamê Komîteya Navendî ya heman Partiyê Ebulîlah Oceê û ew birin cihekî ne diyar.
Asayîşê her wiha dest danî ser hemû dokimet, computer û laptopên wan.
Operasyona li dijî wan her du kesan li pêşiya çavên zarokên wan çêbûn û asayîşê tirs xiste nava malbatê.