Serrûpel Nûçe “Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî serdana Ocalan qebûl kir”

“Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî serdana Ocalan qebûl kir”

Belav bike

Birayê serokê PKK, Osman Ocalan di hevpeyvîneke xwe de got, Tirkiyê li ser daxwaza Barzanî rê da ku malbata serokê PKK Abdullah Ocalan, biçe serdana wî.

Ocalan got, di serdana xwe ya dawiyê de ji bo Tirkiyê ku di meha 8 de pêk hat, serok Barzanî ji Tirkiyê daxwaz kiribû ku pêvajoya aştiyê careke din dest pê bike.

Serkirdeyê berê yê PKK Osman got, ew di wê baweriyê de ye ku hikûmeta Tirkiyê û bi munasebeta hatine cejna Qurbanê û li ser daxwaza Mesûd Barzanî, rê da malbata wî biçe ser dana Abdullah Ocalan.