Berpirsekî YNKê ku di operasyona îro 17.10.2016ê de beşdare û nexwast navê wî bê aşkera kirin, taybet ji BasNewsê re aşkera kir, Şalaw Kosret Resûl li gel Lîwayekî Pêşmerge ku ew lîwa wek lîwaya Kosret Resul Elî tê naskirin, li eniya Xazirê li gundê Xirabe sûltan û Keberlî ve ber bi pêşdeçûna Nemrûdê de ye.
Herwaha got: ’’Ez li sînorê Hemdaniyê de me û em di pêşveçûnê de ne, peyvendiya min li gel Şalaw Kosret Resûl pêkanî, lê hejmara telefona wî daxistiye. Min peyvendî li gel hevalên din ên li gel wî pêkanî, ji min re gotin ku Şalaw Kosret Resûl birîndare, lê birîna wî sivike.’’
Îro 17.10.2016ê saet 06:00 hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Xazirê, Guwêr û navçeya Geyarê ve operasyona berfireh a bajarê Mûsilê dan destpêkirin. Bas