Serok Barzanî behsa pirsa koçberan jî kir û got, tevî gelek krîzên din jî niha mîlyonek û 800 hezar koçber li herêma Kurdistanê hene, û ji bo alîkariya koçberan wan ligel hikûmeta federal û hemû aliyên din hemahengî çêkirine, lê belê pêwîste civaka navdewletî alîkariya Kurdistanê bike, ji ber ku êdî ew ji vê bêhtir nikarin bikin.
Mesûd Barzanî dîsa behsa şerê Musilê kir, û got şerê Musilê şerekî girane û mezine û wê pêşmerge serkeftinên mezin bi dest xwe ve bînin.
Barzanî bersiva pirseke din ya CNN da û got, ew hewl didin ku di zûtirîn dem de dawî li şerê Musilê were , lê dibe ku dirêj bibe, û ew heta ku dawî li şerê Daişê neynin, nasekinin.