di encama şerekî bi sîlehan de li navenda Partiya Demokratî Kurdî ya Sûrî parêzer Mistefa Îsmaîl rastî fişekan hat û giran birîndar bû.
Dema ku du kes di bîroya partiya navborî de bi sîlehan êrîşî hev kirin, Mistefa Îsmaîl di navbera wan de bû, sîleh li wî ket.
Weke tê zanîn Mistefa Îsmaîl parêzer û siyasetvanekî çalak e, her wiha ew endamê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ew ji bajarê Kobanî ye.
AVESTAKURD