YPG daxuyaniyek belav kir û têde mesajên nerm yên dostaniyê ji Tirkiyê şandin.
Fermandariya giştî ya YPG dibêje ew dixwazin têkiliyên baş bi Tirkiyê re deynin û ew ne beşekin ji nakokiyên di navbera Kurdan û Tirkiyê de li bakurê Kurdistanê.
Li aliyê din ENKS jî diyar dike ku eger PYDê pabendî rêkeftinan ba, ewê beşdarî hemû konferans û danûstandinan biba, û wê beşek ba ji hevdîtinên di derbarê çaresekririna kirîza Sûriyê de, wê demê qet pêwîst nedikir ku YPG daxuyaniyên bi vî rengî derxistiba..