Serrûpel Nûçe Bazirganiya di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de

Bazirganiya di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de

Belav bike
 Herêma Kurdistanê ku bûye yek ji navendên mezin yê bazirganiyê li Rojhilata Navîn, gelek welatên cîhanê çav berdana bazirganiya Kurdistanê û hewl didin ku weke gelek welatan cihê xwe di nava vê bazarê de bigirin. Lê, niha herî zêde bazirganî di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de tê kirin. Li gor Wezîrê Bazirganî yê Herêma Kurdistanê Sînan Çelebî ji Aknewsê re axivî, Çelebî diyarkir ku asta bazirganiya navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de 12 milyar dolar e lê hewl tê dayîn heta 20 milyar dolar bê bilindkirin. Çelebî diyarkir jî ku bazirganiya navbera Îran û Kurdistanê de jî asta xwe 7.5 milyar dolar e.

 

Avestakurd