Li Afganistanê, Talîbanê, li eyaleta Kabîlê li bajarê Parvanê, jinek bi îdiaya “zîna kiriye” li ber çavên zarok û bi sedan kesî qetil kir. Dîmenên qetilkirina jinê, ji aliyê hemwelatiyekî Afganistanî ve, bi telefonê hatiye kişandin. Pêşiyê, îmamê Talîbanê qala zînayê dike û dibêje, zîna gunehê herî mezin e û cezayê wê jî kuştine. Dûra militanekî Talîbanê, 6 guleya vera jinê dide. Di wê demê de, gelî gundiyan, bi militanê Talîban bi sloganên ”qehreman” destek dikin û tekbîran tînin.