Serrûpel Nûçe “Li dijî terorê tenê çek heye siyaset tune ye“

“Li dijî terorê tenê çek heye siyaset tune ye“

Belav bike

 Esed di vê axaftina xwe de careke din peyamek vekirî da raya giştî ku ewê li ser desthilatdariyê bimîne û ji bilî bikaranîna çek qeyrana li Sûriyê nayê çareserkirin. Esed got ku ‘teror reforman asteng dike û dê vê qeyranê derbaz bikin’ û got jî ’em ji ti kesî tolê hilnayînin û piştî qeyranê jî emê hilneyînin.’ Esed di berdewamiya axivitina xwe de diyarkir ku ’em rû bi rû beramber şerekî rastî ne ku hêzên derve birêve dibin, lê derbazkirina ji van rêyên xwe cuda ne.’ Her weha behsa ‘terorê kir’ û got “Erkeka vanan heye, heta bi cîh bînin yan heta em wan rawestînin dê bidawî bên, derdê wan ne diyalog û reformin.” Serokdewletê rejîma Sûriyê Esed got jî ku wan hêj li rojên destpêkê dizaniye ku dê bi rêya siyasî qeyrana li Sûriyê neyê çareserkirin û dê li demeke nêzîk hikûmeteke nû bêavakirin. Esed di axivitina xwe de bal kişand ser komkujiya Hule ku têd 108 kes hatibûn kuştin û 50 jê zarok bûn, der barê vê mijarê de redkir ku wan kiriye û got “Tu têkiliya me bi vê komkujiyê re tuneye. Ez komkujiyê şermezar dikim. Kesên hov vê komkujiyê nakin. Ger me ji bo komkujiyê xemgîn nebin, demek em ne îsnanin. Emê li dijî terorê berdewam bin.” Her weha Esed got ku ev tevlîheviya li Sûriyê heyî “Hemû teror dike. Teror dikuje, xerab dike. Em weke welat beramber fitineke mezinin. Eger hêzên derve di meseletê de nebin, em amadene ligel muxalifan rûnin.”

 

Avestakurd