Serrûpel Magazîn Folklora Kurdî 1. derket

Folklora Kurdî 1. derket

Belav bike

 






LONDRA- Koma Folklora Kurdî Komkar-London’ê, di navbera  04-06/07/2012 li Brîtanya mezin Galler’ê, di pêşbirk û leca-mîhrîcana (festîvala) navnetewî da beşdarbû. Di beşa Reqasa mezinan da û di beşa Karografîyê da bi 93 hejmaran (point)  dereca  yekemîn (1.) wergirt.
Di beşa Reqasa mezinan da û bi beşa gelerî (Otantîk) da jî,  bi 88.6 hejmara (point) dereca sêyemîn (3.) wergirt.

Wek tê zanîn, Koma Folklora Kurdî Komkar-Londra di sala 1994-2004-û 2005 an da dîsa di vê festîvalê da, sê 3 caran li seran-serî cîhanê da, dereca yekem wergirtibû.

Îsal dîsa bi rêvebirya mamosteyên hêja Hüseyîn Çiçek, Güney Kurtalan û Müslüm Çılgın Koma Folklora Kurdi, ku bû serbilindîya gelê me, dîsa dest tijî vegerîya.

Wek tê zanîn ku, vê di mîhrîcanê da nêzikî 38 welat û 80 kom-grup pêşdar dibin.
Ser navê gelê Kurd û Kurdistan’ê wek her sal, îsal jî di vê festîvalê da, bi navê (Kurdish Folk Dance) di sê(3) beşan da kete lecê.
 Di beşa Reqasa mezinan da û di beşa Karografîyê da bi 93 hejmaran (point)  dereca  yekemîn (1.) wergirt.
Di beşa Reqasa mezinan da û bi beşa gelerî (Otantîk) da jî,  bi 88.6 hejmara (point) dereca sêyemîn (3.) wergirt.

Koma Folklora Kurdî, dîsa wek her sal di çapemeniya Brîtanyê da, wek televizyonên S4C, BBCWALSE, ITV, Llangollen Tv; û wek rojnama Shrophire STAR, Evening Leader, Daly Post da cîhekî taybetî û balkêş girt.

Koma Folklora Kurdî, îro danê êvarê  di seet  17.00 da vegerîya Londrayê.

Koma kurdan ya ku ji nêzîkî 40 keç û xortên Kurda pêktê, ji alîyê rêvenberîya Komkar û malbatan va li ber derîyê komelê hate pêşwazî kirin.

Ji bo serkeftina Koma Folklora Kurdî, ji alîyê berpirsîyar û rêvenbirên Komkar’ê şahîyek, bi xwarin û vexarin’ê hat darxistin û Kom ji alîyê wan va hate pîroz kirin.

Şahî, bi seet’an bi dengê def û zirnê bi dîlan û govendan dom kir û bi xweşî dawî bû.

Tebinî:
Kesên ku bixwazin vê mîhrîcan (festîvala) navnetwî mêzekin,  dikarin bi rîya internetê vê nav nîşanê bi tikinin.
http://llangollen.tv/en/clip/kurdish-folk-dance-group-3/

Li gel google hûn dikarin bi hêsanî bibinin.
Kerema xwe bi peyam (mesaj) xwe Koma Folklora Kurdî (KOMKAR-Londra )yê tenê nehêlin!

Azad Ayyıldırım