Serrûpel Magazîn “Ez ciyê ku Erdogan lê hebe strana nastirêm“ (Vîdyo)

“Ez ciyê ku Erdogan lê hebe strana nastirêm“ (Vîdyo)

Belav bike

Li gorî nûçeya rojnameya Bugunê, stranbêja navdar Candan Erçetîn, gotiye ku, “ciyê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan lê hebe, ez strana nastirêm.”
Rojnamevanê magazîner Aykut Işiklar, di qunciknivîsa xwe de vê bûyerê wiha dinivîse: “Bûyer ne niha, di meha Gulanê de pêk hatiye. Qusurê nenêrin, min teze bihîst. Li Îzmirê, Komeleya Koçberên Balkanan dixwazin şevekê organîze bikin. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan jî tê dawetkirin. Ji bo derketina ser dikê jî, hunermenda ku ji aliyê wan ve tê hezkirin, Candan Erçetîn daweta şevê dikin. Ji ber ku dike şeveke debdebe bê organîzekirin, difikirin ku belkî Erçetîn hindik peran jî ji wan bistîne. Ji Erçetîn re gotine ku, ‘Serokwezîrê me Erdogan jî wê beşdarî şevê bibe.’ Wê deqê bersiveke nepayî ji Candan Erçetînê digrin. Erçetîn dibêje, ‘Ez ciyê ku Erdogan lê hebe strana nastrêm, ez Ataturkperest im. AKP ne li gorî pîvanên min e.”