Serrûpel Hevpeyvîn Dixwazim di fîlmeke Behman Qobadî de bilîzim

Dixwazim di fîlmeke Behman Qobadî de bilîzim

Belav bike

Zîlan Odabaşi. Ew di sala 1988 de li Diyarbekirê ji dayîk bû ye. Ew lîstikvana sînema û rêzefîlman e li Tirkiyê.

Di medyaya tirkî de ew lîstikvaneke naskirî ye. Lê belê medya wê weke Kurd nade nasandin.

Wê dibistana xwe ya seretayî, navîn û lîse li Izmirê temam kiriye.

Piştre wê perwerdeya lîstikvaniyê dîtiye, piştre jî beşê televîzyon û radyo xwendiye.

Ew ji 2002 de, bêhtir hatiye naskirin û di gelek kovar û katalogan de cih girtiye.

Her wiha wê di televyonê de bêjerî jî kiriye.

Di 2010 de di pêşbirka Ciwaniya Rûdêmê ya Avon ji nava 20.000 kesan yekemîn derketiye.

Zîlan, weke aktrîsteke sînemayê, li Tirkiyê dijî, dikarî bi rihetî bibêjî “ez Kurd im”?

Zîlan Odabaşî dibêje: “Bi giştî ez di vî warî de xwe rihet dibînim. Her demê û di bin her mercan de dikarim bêjim ez Kurd im, ji dema ku bi xwe hesiyam heta niha ez wiha me. Lê belê, dema ku gotina Kurd im, dibe meseleyeke siyasî, rewşa ku li Tirkiyê heye, her çiqas bibêjim Kurdim jî, weke li her Kurdekî dike tesîrê li ser min jî çêdike…”

Kurdiya lîstikvana Kurd Zîlan nebaş e, ew li ser zimanê xwe yê kurdî wiha dibêje:

“Kurdiya min ne gelekî baş e, lê belê her demê hewl didim baş bikim. Dema ku ez 40 rojî bûm, ez ji Diyarbekirê cuda bûm, diya min jî bi kurdî nizanibû, ji ber vê yekê ez di maleke ku her demê bi tirkî diaxifî de mezin bûm…”

Zîlan dibêje ew pir hez dike baş fêrî kurdî bibe:

“Ez çûme kursa zimanê kurdî, min sala par dîplom jî stand. Ez weke xwendevaneke biyanî fêrî kurdî bûm. Heta niha jî fêr dibim…”

Me pirsa Zîlan kîjan lîstikvanî ji xwe weke nimûne dibîne:

“Weke lîstikvanekê rêza min ji Yilmaz Guney re heye. Yilmaz Güney hem bi jiyana xwe hem jî bi hunera xwe kesekî şop li pey xwe hîştiye û hêja ye.”

Te çima sînema û lîstikvanî hilbijart?


Dibêje: “Ji dema ku min xwe nas kir, min dît ku ez dikarim xwe bi hunerê îfade bikim…”

Em pirs dikim, tu di nava malbateke çawa de mezin bû yî?

“Ez li Izmirê mezin bûm. Her Tirkek li wê derê çawa dijî, ez jî di nava jiyaneke wiha de mezin bûm. Ji dema ku ez bi xwe hesiyam û min xwe nas kir, min xwe weke Kurd nas kir. Wê demê guhertinên cidî di jiyana min de çêbûn, nêrîna min li jiyanê hate guhertin. Bêguman min pirsa Kurd jî nas kir. Êdî ez liu hember bûyeran bêhtir hişyar bûm.”

Gelo navnbera Zîlan Odabaşi û siyasetê çawa ye?

“Eger ez ji aliyê xwe yê Kurd li Tirkiyê binêrim, di warê siyasî de li hember pirsa mafê mirovan û rêzgirtina azadiyê, weke piraniya Kurdan ez ji nêzîk ve van pirsan dişopînim…”

Zîlan Odabaşî difikire ku di dema pêş de derbasî nava siyasetê bibe.

Dixwazî bigihê kuderê, armanca te çi ye?

“Armanca min ewe ku heta cihê dikarim biçimê, sînemayê çêbikim. Ez dixwazim di fîlmên ku mijarên wan civakî de bilîzim. Dixwazim di fîlmên kurdî de, di wan fîlman de ku pirsa kurdî tînin ziman de bilîzim. Ez dixwazim bibim perçeyek ji sînemaya kurdî… ji ber vê jî diçim kursa fêrbûna zimanê kurdî, hêvîdarim ku ev bala derhênerên kurd bikişîne…”

Te hez dikir bêhtir bi kîjan lîstikvanî/ê re bilîzî?

Ne hunermend, lê gelek derhênerên li dinyayê navdar hene, weke gelek lîstikvanan min jî dixwest di fîlmên wan de bilîzim, eger em behsa sînemaya kurdî bikin, bi taybetî min pir hez dikir di fîlmên Behman Qobadî de bilîzim, her wiha Hiner Salim jî derhênerekî serkeftî ye…”

Niha bi çi re mijûl î?

“Niha bi xwendinê re mijûl im, weke her xwendekareke zanîngehê. Ez xwendekara radyo-tv me. Her wiha desrsên zimanê kurdî distînim. Eger dema min hebe pirtûkan dixwînim û li fîlman temaşe dikim. Jixwe salên dûr û dirêje ku Pilates meditasyon bûye perçeyek ji jiyana min. Her wiha gelekî hez dikim bi segê xwe Charlot û heywanên kolanan re dema xwe derbas bikim. Wekî jiyan bi şêweyekî normal berdewam dike…”