Serrûpel Magazîn Gelo stêra Hollywoodê Monroe ligel îstîxbarata KGB’ê kar dikir?

Gelo stêra Hollywoodê Monroe ligel îstîxbarata KGB’ê kar dikir?

Belav bike

Li gor nûçeya kovara Panorama ya Îtalya, Monroe têkiliya xwe bi sîxurê KGB’ê Vyaçeslav Yegorov re hebû.  Her weha yek ji berpirsên KGB’ê Lyudmila Temnova re dibêje ku Monroe têkiliya xwe ya nepenî ligel KGB’ê hebû. Li gor îdîakirinê, Sîxur Yegorov li nûnertiya Soviyetê ya Neteweyên Yekbûyî de weku dîplomat kar dikir, ji bo serdana serokê wê demê yê Soviyetê Nîkîta Kruşçev ya Emerîka şeva şîvxwarinê tê amadekirin, di vê şevê de çavê wî bi Monore dikeve, paşê têkiliyên wan ên hestiyarî pêşdikevin. Heta tê gotin gelek wêne û belge li ser Monroe hene li dema serdana Soviyetê dike.

Avestakurd