Serrûpel Magazîn Ji Mehmet Akbaş albuma ‘P!A’

Ji Mehmet Akbaş albuma ‘P!A’

Belav bike

Hunermendê Kurd Mehmet Akbaş yekemîn albuma xwe ya solo a bi navê ‘P!A’ 25’ê Gulanê 19.30`an de li bajarê Kolna Almanya li Lutherkircê bi guhdervanên xwe yê heja re dide nasîn.

Albuma Akbaş ya bi navê ‘P!A’ di demek pir nêz de ji aliyê Kalan Mûzîkê ve bê weşandin.Akbaş di albuma xwe de bi zerevayê dimilkî stranên xwe xwendiye. Di albumê de gelek hunermendên navdar bi dengên xwe û hunera xwe alikariya Mehmet Akbaş kirine.

Mehmet Akbaş kî ye?

Di sala 1974’an de li Pîrana Amedê hatiye dinê. Li zaningeha Kocatepeya Afyonê beşa Înşaatê xwend. Di navbera 1998-2004’an de xebatên xwe yê hunerî di Koma Vengê Sodirî de berdewam kir. Ev kom di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya(NÇM) de xebatên xwe dimeşand. Di Akademiya Stenbolê de di beşa mûzîkê de perwerdehiya şanoyê wergirt.Akbaş ji sala 2003’an pê de li bajarê Kolna Almanya xebatên xwe yê hunerî didomine.