Serrûpel Magazîn Mark Zuckerbergê Facebookê zewicî.

Mark Zuckerbergê Facebookê zewicî.

Belav bike

CEO û damezrêderê malpera parvekirinê a civakî a facebookê Mark Zuckerberg zewicî. Li eyaleta Californayê, li bajarê Palo Altoyê, bi beşdariya nêzika 100 mêvanî, di merasîmeke ku li baxçê mala xwe lidarxist gihaşt muradê xwe.
Di dawetê de ji bo mêvana surprîzek jî hebû. Mêvanên ku hatibûn ne bona dawetê, dizanibûn ku bona mezûniyeta dergîstiya Zuckerberk, Chanê a ku roja duşemiyê ji fakulteya Tibê mezûn bûye hatine.  Dûra bi zewicandina Mark û Priscillê ji bo mêvanan surprîzek çêbû.
Mark Zuckerberg, di sala 2004 an de facebook avakir û di sala 2010an de, ji aliyê kovara Timê ve “mirovê salê” hat hilbijartin.
Mark Zuckerberg û Priscill Chan 9 salin ku bi hev re dijîn.