Serrûpel Nûçe Hekîm Beşar: Amerîka helwestên ENKS baş dibîne

Hekîm Beşar: Amerîka helwestên ENKS baş dibîne

Belav bike

berpirsiyarê bîroya têkliyên Amerîka û Ewrupa di komîteya têkliyên derve di Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de Dr. Ebdilhekîm Beşar gotibû, ku hikûmeta Amerîka helwestên ENKS yên di derbarê rewş û pêşeroja Sûriyê de baş dibîne.

Herweha Beşar gotibû ku cîgirê wezîra derve ya Amerîka Jeffrey Feltman ji şanda ENKS re gotiye, ku Amerîka rihetiya xwe ji xebat û helwesta ENKS re û alîkariya ji bo têkbirina rêjîma Sûriyê dibîne.

Di derbarê yekbûna oposîzyona sûriyê de, Beşar gotibû ku şanda ENKS ji Amerîka xwestiye ku bandore li hêzên oposîzyona Sûriyê bike û ji bo yekbûna oposîzyona Sûriyê û mafên miletê kurd di Sûriyê piştgir be.

I.K