Rojnameya Tarafê di nûçeyeke xwe de, şûna sûretê Wezîrê Karênavxweyî a Tirkiyê Îdris Naim Şahin, êzing bikaranî. Tarafê nûçe di bin sernivîsa “Îdris Naîm Şahin hin tişt gotin” de weşand.
Şahîn, rojek berê bi televizyona NTV’yê re axifî û gotibû ku, ji bo komkujiya Roboskiyê lêborîn îcab nake. Yên fermana komkujiyê dane rayedarên hêzên hewayîne. Lazimbû ew xortana ne li wir bûna, ew qaçaxiyê dikin, ji aliyê BDPê ve bîzat tên şandin. BDP û CHP vê mijarê îstismar dike…
Li ser vê axaftinê, ji gellek kes û deran bertekên tûj hatibûn.