Serrûpel Magazîn Dilşad Seîd li Tirkiyê ye

Dilşad Seîd li Tirkiyê ye

Belav bike

Hûnermendê Kurd yê li cîhanê hatîye naskirin Dilşad Seîd, di navbera 27ê Gulan û 3ê Hezîranê de, li gellek bajaran bi senfoniyê re wê konseran lidarbixe.
Hostayê kemanê Dilşad Seîd, wê bi Viyana Sinfonetta Classica Linz re ku ji 32 kesan pêk tê re derkeve ser dikê.
Dilşad Seîd, tê zanîn ji ber fişar û tehdîdên dîktatorê mirî Saddam Huseyîn ji Iraqê derketibû. Saddam di rojbûna xwe de Dilşad Seîd daweta qesra xwe dikir û jê dixwast ku “besteyeke Saddam” biafirîne.
Dilşad Seîd, 28ê Gulanê li Stenbolê li Tîm Maslak Centerê, 28ê Gulanê li Amedê li Navenda Kongrê a Zanîngeha Dîcleyê, 30ê Gulanê li Mersînê Navenda Kongrê a Ataturk, 31ê Gulanê li Îzmirê li qada fuarê, 2ê Hezîranê jî li Enqereyê li Navenda Kongra Nazim Hikmet a Yenimahalleyê wê konsera lidar bixîne.