Clinton di daxuyaniya xwe de got ku ew ligel hevalbendên xwe yên navnetewî kar dikin ku zêdetir zextê li ser rejîma Sûriyê û hevalbendên wê bikin. Clinton her weha da diyarkirin ku ‘Emerîka bi tund komkujiya Hule şermezar dike.’ Û got ku, Çavdêrên Navnetewî ragihandine ku bi dehan jin, zilam û zarok bi hovene hatine kuştin. Clinton di axivitina xwe de piştgiriya xwe bo xwepêşandanên li Sûriyê dibin ragihand û got ku ew bi wan re ne. Hêjayî gotinê, herî dawî hêzên rejîma Sûriyê êrîşî Hule ya Himûsê kiribûn û di nav de 50 zarok zêdetirî 100 kesan kuştibûn.
Avestakurd