Li gorî nûçeya IMCyê, ji Vartoya Muşê 3 sivîl sax hatine girtin û destê 2 kesan hatine girêdan û dane ber guleyan. Heta ji 3 kesan yek astengdar e û navê wî jî Serdar Gumgum e. Serdar Gumgum her wiha xwediyê raporeke ku, ew ji sedî 61 astengdar e.
Duh operasyon, li nêzika gundê Kolanê ji aliyê hêzên ewlekariya Tirk ve hatibû lidarxistin. Di encama operasyonê de eşkere bû ku; Leyka Sonkur (22), Ridvan Yavaş (22) û Serdar Gumgum (18 salî) ne gerîla bûne ew sivîl bûne. Leyla Sonkur û Ridvan Yavaş li nexweşxana Dewletê a Muşê di bin dermankirinê de ne. Serdar Gumgum jî ji aliyê Fermandariya Cendermeya Vartoyê ve, di bin çavan de ye. Her sê kes jî nikarin bi malbatên xwe re werine ba hev.
Dîsa Şaredara Vartoyê Gulşen Deger jî derbarê bûyerê de daxuyanî da û bi awakî eşkere îfade kir ku, ew 3 kesan ne gerîlane, ew sivîl in.