Serrûpel Hevpeyvîn Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz

Belav bike
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê, Taner Yildiz, di hevpeyvîneke taybet ligel Rûdawê de, di perawêza konferansa enerjiyê li Hewlêrê ku bi beşdariya çendîn şîrketên hilberîna warê neft û gazê li Hewlêrê birêveçû, got ewê alîkariyê bidin bo misogerkirina enerjî û berhemên neftê bo hevwelatiyên Kurdistan û Îraqê bi giştî û ecêbmayî ma ku tevlî van hemû çavkaniyên enerjiyê, hêşta li bajarê Mûsil rojane tenê şeş demjimêran elektrîk heye. Yildiz ev rewş şibihand helwayê û got “li vir rûn, şekir û ar heye, lê ev nekirine helaw!”

“Divê pişka Kurd, Şiî û Sunniyan di van xêr û bêran de hebe”

Rûdaw: We di axaftinên xwe de behsa vê yekê kir ku hûn hewl nadin aloziyan ligel Bexdayê çêkin û hûnê yasayên Hikûmeta Îraqê li ber çavan

bigrin derbarê girêbestên neft û gaze ligel Kurdistanê. Lê Îraq dijî hemû girêbestên ligel Herêma Kurdistanê ye. Eger ev hikûmet bi heman

şêweyê Exxon Mobil goşar û gefan li we jî bike, hûnê çi bikin?

Taner Yildiz: Emê hewl nedin destê xwe bavêjin van biryar û yasayên ku Hikûmeta Îraqê wan derdixîne. Ango mafekî sirûşti yê her welatekî ye ku di hundirê xwe de biryaran bide û wan cîhbicîh bike. Li gor me rast e ku hemû dahatên li vir tên bidest xistin, tevlî yên hikûmeta navendî jî, divê li ser hemû Îraqê bên dabeş kirin. Ev di vê çarçoveyê de nikarin dijberiya van curê biryaran bikin. Lê tabloya giştî ji me re dibêje ku li Îraqê gaza sirûştî heye û neft heye û divê bilez bên deranîn û rewşa Îraqê berbi normalbûnê biçe. Lê di vê de jî nabe cudahî bê kirin. Divê pişka Kurd, Şiî û Sunniyan di van xêr û bêran de hebe. Em ligel vê yekê ne û hizra tiştekî din nakin li derveyî vê.

Nûnerên Şîrketa Nîştîmanî ya Neft û Gaza Tirkiyeyê (TPAO) li vir in. Gelo ti lihevhatinek heye ku ev şîrket li Kurdistanê jî hilberînê bike?

Taner Yildiz: Nexêr, niha di vê qunaxê de behsa hatina Şîrketa Neft û Gaza Tirkiyeyê û hilberîna li vir nehatiye kirin.

“Me ligel Herêma Kurdistanê qonaxekî giring derbas kir”

We behsa wê yekê kir ku di vê heftiya dawî de we qunaxeke girîng derbas kiriye û we got jî ku ji vir û şûnde wê şandina nefta xav a Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê destpêbike. Gelo ev lihevhatin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatiye?

Taner Yildiz: Girîngtirîn qunaxa ku me derbas kiriye eve ku xizmeta mirovan bikin. Pêwîstiya hemwelatiyên vir bi berhemên neftî yên weke benzîn û gazê heye. Ev qunaxeke girîng e. Karta taybet girêbest îmzekirine, daku berhemên neftî bo vir dabîn bike. Em behsa vê yekê dikin ku pêwîstiyek heye û divê bê dabîn kirin. Mixabin min di kongreya rojnamevanî de nebihîst ku behsa pêwîstiya xelkê bê kirin bo berhemên neftî. Ma pêwîstiya xelkê vir pê tine? Ma pêwîstiyên xelkê bo medya vir ne girîng in?

Gelo bi vê şêweyê wê pêwîstiya Kurdistanê bi benzîn û gazê bi rêya vê lihevhatinê misoger bibe?

Taner Yildiz: Ez nikarim bêjim ku wê hemû pêwîstiyên vir dabîn bike. Lê wê beşeke mezin dabîn bike. Ev wê ne tenê girêdayî vir be, lê ji aliyê hikûmeta navendî ya Îraqê jî daxwaziyên ji vê curê ji me hatine kirin ku em berhemên neftî bo wan jî dabîn bikin.

We piştî vê civînê civînek ligel parêzgarên Mûsil û Kerkûkê jî pêk anî…

Taner Yildiz: Pêwîstiya wan bi elektrîkê heye û daxwaz ji me kirine ku em elektrîkê bidin wan û emê hewl bidin ku alîkarên wan bin bo dabînkirinê elektrîkê. Niha li Mûsilê rojane tênê 6 demjimêran elektrîk heye û 18 demjimêran bêyî elektrîkê derbas dikin.

“Armanca me eve ku elektrîka vê stasyonê bidin xelkê vir”

Hûn dixwazin stasyoneke elektrikê li ser sînorê Tirkiye û Îraqê ava bikin ku bi gaza sirûştî karbike û ji Îraqê jêre biçe. Ev di kîjan qunaxê de ye?

Taner Yildiz: Rast e, lê ez dixwazim vê yekê bêjim ku armanca me eve ku elektrîka vê stasyonê bidin xelkê vir. Li vir rûn, şekir û ar heye, lê nekirine helaw. Li vir kêmasiyek heye. Neft heye, gaza sirûştî heye û heta stasyonên berhemanînê jî hene, lê dîsan jî elektrîk tine, ev tiştekî gellekî seyr e!

We di axaftinên xwe de gellekî dakokî li ser yekparçeyiya xaka Îraqê dikir û we gellekî ev hevok bikar dianî. Gelo hûn ditirsin ku li ser hatina we

bo vir ji aliyê Hikûmeta Bexdayê ve reaksyoneke tûnd derkeve?

Taner Yildiz: Nexêr, min behsa rastiyekê kir û ku min çendîn caran dubare kir, bo wê yekê bû, daku bi şaşî neyê fêm kirin. Rûdaw