Serrûpel Nûçe Muslim hebûna gerîlayên PKK li Sûriyê red kir

Muslim hebûna gerîlayên PKK li Sûriyê red kir

Belav bike

  

Lê, Serokê PYD’ê (Partiya Yekîtiya Demokrat) Salih Muslim ev yek redkir û got ku ‘ev propoagndaya dewleta Tirkan e.’ Li gor nûçeya Mîdyanewsê, Muslim got ku ‘Desthilatdariya Tirkiyê bi rêya rojnamegerî û ragihandinê her tim xwestiye vê tawanê biavêje ser me û li hinek hêncetan digere daku destdirêjiyê di karê Sûriyê de bike’ û der barê hebûna gerîlayên PKK’ê li Sûriyê de weha berdewam kir ‘Em Kurd niştecihên wê derê ne û ti hebûna PKK’ê li wir tune ye, lê li gundên Kurdan Komîteyên Parastina Gel hene, ew jî hewl didin valahiya ewlehiyê ya ji ber rewşa heyî li Sûriyê tije bikin.’ Hêjayî gotinê ye, ji dema xwepêşandan li Sûriyê rûdayîn, her ji wê demê were gelek cara hatiye îdîakirin ku hijmareke mezin ji gerîlayên PKK’ê ji çiyayê Kurdistanê derbazî Sûriyê bûne.

 

Avestakurd