Rêberê rêxistina El Qaîde yê nû Eymen Zevahîrî, di berbarê rêber û damezrînerê rêxistina El Qaîdeyê Usame Bin Ladin de axifî û îdia kir ku, Ladin hemû serweta xwe ji bo têkoşîna rêxistinê û cîhadê xerc kiriye.
Li ser înternetê dîmenên nû yên Zevahîrî hatin weşandn. Di vidyoyê de Zevahîrî ji bo Ladîn wiha dibêje, “şêx Usame, bavê dirava, mîlyarder, hemû diravên xwe ji bo cîhadê bikaranî.”
Zevahîrî diyar dike ku, Ladîn bi taybet, êrîşên 11ê îlonê û yên di sala 1998 an de yên li dijî balyozxana Amerîkayê a li Tanzanya û Kenyayê finanse kiriye.
AVESTAKURD