Serrûpel Nûçe Ev her du kes hîn jî li Efrînê girtî ne

Ev her du kes hîn jî li Efrînê girtî ne

Belav bike
Nûçeyên ji herêma Efrînê tê diyar dikin ku PYD ji herêmên din yên Kurdistanê çekdarên xwe bi cih kirine û malan kontrol dike, kesan digire û wan dibe li cihên veşartî û ne diyar digire.

Siyasetvanên Kurd van kiryarên PYD di cih de nabînin û dibêjin ew kiryar ne di berjewendiya pirsa Kurd de ye li Sûriyê.

Li aliyê din nûçeyên ji herêmê tên dibêjin ku PYD hinek malên xwe kirine “mehkeme” û xelkê di wan malan de mehkeme dike.

Balkêşe ku rêjîma Sûriyê ji van kiryaran re bêdeng e.

Her wiha serokê Partiya AZADÎ Mustafa Cuma ji aliyê PYD ve hate tehdîdkirin.

Duh berpirsiyarê AZADÎ yê Ewropa Dr. Welîd Şêxo ji Avestakurd re ragihand ku ew bi kuştinê ji aliyê PYD ve hatiye tehdîdkirin ku ewê îro tehdîdkirina xwe bigihîne polîsn Alman.

Heta amadekirina vê nûçeyê jî endamên Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Îsmaîl Hesen û endamê serkirdayetiya Partiya AZADÎ li Efrînê Mustefa Hesen ji aliyê PYD ve girtî ne.

Kesayetî û rêkxistinên Kurd bang li PYD kirin ku dev ji wan kiryarên xwe yên rê li pêşiya birakujiyê vedike berde û hemû girtiyên di destê xwe azad bihêle.

AVESTAKURD – foto: GemyaKurda