Nivîskar û profesorê Hollandî Martîn Von Bruînessen ji alî Kurdan ve pir tê nasîn.
Piştî salên 1990î wî pirtûka xwe ya bi navê “Ağa, Şeyh, Devlet-Kürdistan’da Milliyetçilik” (Axa, Şêx û Dewlet-Li Kurdistanê Nêteweperwerî) da çapkirin û piştre jî “Kürdistan Üzerine Yazılar” (Nivîsên Derbareyê Kurdistanê de) derket. Di şertên herî zahmet de, ew li Kurdistanê bû û derbareyê Kurdan de pirtûk dinivîsî.
Cara dawî ew bi boneya semînerekê hatibû Zankoya Artûklû a Mêrdînê. Piştî 20 salan me hev li wur dît û paşê jî li Amedê bi leq hev ve hatin. Hevpeyvîna ku Edîb Polat û Amed Kanî bi taybet bo Zimanperweran pêk anî, li ser zimanê Kurdî û geşedanên zaravayan e.
E. P. –Hûn bi xêr hatin, piştî ewqas salan di şert û mercên baştir û demokratîktir de hev dîtina me min kêfxweş dike. Hûn mamosteyê me ne, di xortaniya xwe de me pirtûkên we pir dixwendin. Lê, di vê hevpeyvînê de em dê li ser naveroka pirtûkên we ranewestin, bêtir emê li ser zimên rawestin. Em bo malpera Zimanperwer vê hevpeyvînê pêk tînin. Hûn wek Kurdologekî rewşa zimanê Kurdî bi gelemperî çawa dibînin?
Martin: Hûn ji min bêtir dizanin, çunkî hûn li vir dijîn. Bi qasî ku ez dibînim bikaranîna Kurdî bi sînor e. Kurdî zimanê yekane ye ku li gundan tê bikaranîn, lê li bajaran tirkî tê tercîh kirin, yanî ji mecbûrî tê bikaranîn. Qedexekirina zimanê Kurdî dirêj ajot. Ji ber vê qedexekirinê zimanê Kurdî têra xwe modernîze nebû. Di salên 1930’an de zaravê Kurmancî standard bû; Kovara Hawarê devoka Cizîrê wek standardek bikaranî û ger ev standard bikarbihata belbî îro rewşa Kurdî gelek pêşketî bûna. Lê devoka Cizîrê ji dekên Kurdî bes devokek bû. Ji salên 70yan pêve ji deverên cuda xwendekarên xwedî hişmendiya siyasî û neteweyî ku hatin Enqereyê û Stenbolê dest bi nivîsa Kurdî kirin. Lê herkesê li gor devoka xwe nivîsî, ji devoka Cizîrê bidûr ketin, di pirtûk û kovarên ku diweşiyan de devokên cuda hatin bikaranîn.
Di nava Kurdan de jî saziyeke ziman ku bi gelemperî tê pejirandin nîne, akademî an enstîtuyên rêxistinan hene. Lê saziyeke ziman ku ji hila herkesê ve bê pejirandin nîne, ev jî karan asteng dike. Tevî vê, xortên Kurdan li dibistan, zanîngeh, karxanan û her derî bi kesên ne kurd re dijîn, bi vî awayî jî Tirkî tê bikaranîn. Dema Kurd diçin welatên biyanî tê dîtin ku Kurdî xurtir dibe, lê dîsa jî Kurd bêtir zimanên biyanî bikartînin. Ji alîkî ve hişmendiya neteweyî bihêz dibe. Lê di heman demê de bikaranîna Kurdî bipêş nakeve. Di demên dawîn de pir weşanên Kurdî derketin. Wek ku ez dibînim nivîskarên Kurdî ji xwendekarên Kurdî bêtir in; bi sedan helbestkarên Kurdî hene, lê çend kesên ku pirtûkên helbestan dikirin hene? Kêmtir! Ev mijareke dijwar e.
E. P: Qebûlkirina Kurdî ji layê dewletê ve, hebûna Kurdan qebûlkirin, wek mînak vekirina TRT 6ê, vekirina TVyên taybet yên Kurdî dê tesîreke erênî li zimên nekin?
Martin: Helbet tesîrek heye, ji hemî bernameyan girîngtirîn bernameyên zarokan e. Çunkî, wek mînak Kurdî wek derseke bijarte di rojevê de ye. Yanî dê pêşî tirkî fêr bibin, paşê zimanê xwe hilbijêrin, wek zimanê duyem Kurdî tê hilbijartin.
A.Kanî: Îro di medyayê de daxuyaniyên Îsmaîl Beşikçi cih girtine, dibêje:”Kurdan mecbûrê dersa bijartekirin, berdewama polîtîkaya kevn ya înkarê ye. Alman, Îngilîz, Tirk dikarin werin bi dersa bijarte fêrî Kurdî bibin. Lê divê Kurd bi zimanê dayîka xwe xwe perwerde bikin. Bi vî awayî(bi dersa bijarte) wek ku înkar tê berdewam kirin.”
Martin: Çend sal berê Erdoğan hatAlmanyayê, bo zarokên Tirk yên li Almanyayê bi zimanê dayîkê perwerdehî xwest. Tirkî zimanê perwerdehî, ragihandinê, ne zimanê duyem. Zimanê Tirkî bo perwerde û ragihandinê, ev karekî xwezayî ye, ger ev maf bo Tirkan karekî xwezayî be, wek gel ev maf bo Kurdan, Laz û ‘Ereban jî, bo herkesê ku li welat dijî mafekî xwezayî ye. Divê bo vî mafî materyalên perwerdehiyê bêne amade kirin.
E. P. Li gor we, wek kesekî rojavayî di salên bê de li hember asîmîlasyonê şansê Kurdî ya me çiqas heye? Di vî warî de çi difikirî? Em bêjin ku wek derseke bijartebe jî, ez dibêjim dersa bijarte dê di pratîkê de mecbûr be, di nav zimanan de şansê cih gitina Kurdî çi ye? Di semînera we de jî min pirsî bû, wek zimanê medeniyetê, ger hemû mirov bibijêrin dê rewş çi be?
Martin: Ger ez wekî weliyekî xwedî zarok bi hilbijartina di navbera Kurdî û Îngilîzî de rûbirû bimînim, ez dê pirsa kîjan ziman bi sûde bikim. Bi hindikî rewşa heyî paraztin girîng e.
E. P. Di serdema Cizîrî de, ku vekirî ew gav zimanê medeniyetê bû, em dikarin bigihîjin asta wî?
Martin: Bi zarokan vî zimanî fêrkirin girîng e, helbet jiberkirin qîm nake, divê fêm jî bikin, ev girîng e, bi vî awayî bi demê re dê hemdemtir bibe. Lê, dema me ber bi yek zimaniya navneteweyî ve diçe. Bi îhtîmaleke mezin ev ziman dê Îngilîzî be. Zimanê Çînî ewqas hêsan nîne, Îngilîzî dê bêtir belav be, dê bibe zimanê hevpar ê dewletên mezin. Li Ewropayê li Almanyayê Almanî dê hêza xwe wenda neke. Jixwe em dixwazin zimanê xwe yê neteweyî wenda nekin, Holanda welatekî pir piçûk e, zimanê me yê dayîkê hinek wenda dibe, lê dê bidome. Li zanîngehan cîbicî Îngilîzî tê fêrkirin, lê zimanê Holandî dê bidome. Di asta herêmî de hin zimanên din yên Holandî hene, zimanên gelan hene. Holandî û Frisçi hene, ev zimanên ji hev cuda ne. Perwerdehên herêmî bi deh zimanan pêk tên. Li Tirkiyeyê jî rewşeke wiha, divê perwerdeha bilind bi Tirkî, lîse bi tirkî, bi kêmanî divê dibistanên seretayî perwerde bi zimanê dayîkê be, paşê dikare biguhere.
E. P.Em ber bi dewletbûnê ve diçin, li Başûr dewletbûneke me heye. Piştî ku Kurd bûn xwedî dewlet şansê Kurdî bêtir nabe? Kurmanci-sorani ferq nake, her du jî Kurdî ne. Di bêdewletbûnê de ku em wiha ne dema bibin dewlet dê şansê me bêtir nebe?
Martin: Lê di pêvajoya dewlet bûna li Başûr de Soranî bi tenê dibe zimanê fermî.
E.P. Pirbaş e, hûn li Başûr man, hûn Kurdên Bakur, Kurmancî jî baş dinasin, dema bi Soranî re rûber bikin, hûn rewşa Kurmancî çawa dibînin?
Martin: Li Başûr?
E. P. : Li Başûr, li Bakur, li herêma Behdînan…
Martin: Em li Başûr binêrin. Ger ez ne şaş bim, du sal berê teklîfeke hikûmetê bo ku Soranî bibe zimanê fermî çêbû. Hincetên wê yên pêşîn ew bûn ku Soranî pêşketiye, xwedî wêjeyeke, çil sal e zimanê perwerdehiyê ye, du zimanên fermî kulfetên aborî tînin ûhwd. Lê, herêma Behdînan li vanan îtîraz kirin. Di serdema Sedam de perwerdehî bi ‘Erebî dihate kirin, Kurmancî nehat bipêşxistin. Lê, niha li hember hegemoniya Soranî li herêma Soranî jî heskirineke Kurmancî mezin bûye, bertekek pir bi hêz bû, hikûmet bo vê bertekê daxîne, li Duhokê aniha jî li zanîngeha Zaxoyê perwerdehiya bi Kurmancî dest pêkiriye. Li zanîngeha Duhokê hin beş bi ‘Erebî, hin beş bi Îngilîzî, hin beş jî bi Kurmancî perwerdehiyê pêk tînin. Yanî bi sê zimanan. Ez neçûm Zaxo, lê li Zaxo Kurmancî bêtir e, dersa dîrokê bi Kurmancî ye.
E. P. YNKê li Behdinanê TVya Behdînî vekir. Bes bi Kurmancî weşanê dike(test e)
Martin: Bo dilê Behdîniyan xweş bike.
E. P. Ger em tevê Soranî binirxînin, di qada akademîk de rewş çi ye? Li Hewlêrê, li Silêmaniyê rewş çi ye? Divê li Silêmaniyê Kurmancî hebe?
Martin: Kurmancî nîne. Li zanîngeha Selahedînê Kurmancî nîne, bes bi Soranî perwedehî tê dayîn. Lê li Duhokê heye, bes li Duhokê.
-E. P. Li Duhokê Soranî heye, lê li Silêmaniyê Kurmancî nîne, ne pêwist e, mirov vê newekheviyê behs bike?
Martin:Ne wek zimanê perwerdehiyê, wek perwerdehiya ziman Kurmancî li Duhokê heye.
E. P. Bi qasî min bihîstiye tezên ne bi Soranî li zanîngehan hatine red kirin, paşê bi alîkariya hinan hatine qebûl kirin.
Martin: Li Duhokê hemû tez bi ‘Erebî tên pêşkêş kirin.
A.Kanî: Hevalekî min li Duhokê teza xwe ya doktorayê bi Kurmancî amade kir, şand Hewlêrê, Hewlêrê red kir. Paşê Profesorê Kurmancî Qedrî YILDIRIMê li zanîngeha ARTUKLUyê wek şêwirmend diyar kir û teza wî hat qebûl kirin.
E.P. Li gor we Kurdên Êzîdî çi li Ermenîstanê û çi li Herêma Laleş an Şengalê ne zaravê wan çi ye, an jî zaravayekî wan heye?
Martin: Zaravayê wan Kurmancî ye, Êzîdî bi devokeke cuda diaxivin, lê ev ne zaravakî ye. Li Şengalê, li çiyayê Kurd, Turabîdînê, devokên cuda yên ‘eşîran hene. Li dewleta Ermeenîstanê li fakulteyek du dersên cuda tên dayîn: Zimanê Kurmancî û yê Êzîdî. Kurmanciya Êzîdî jî heman kes dide, bi devokên cuda dide bo ku Kurmancî û Êzîdî ji hev cuda bike, jiber sedemên îdeolojîk dixwaze Kurdan ji hev cuda bike. Dibe ku devokên Kurmancî ji hev cuda bin lê wek du zimanên cuda ders tên dayîn, ev pir balkêş e.
E. P. Dema ku Kurmancên sûnî û Êzîdî diaxivin hev fam dikin? Gelo hev fam nakin?
Martin: Bi taybetî yên heman deverî pir baş hev fam dikin.
E. P. Ez çûm Laleşê min Mîr Tehsîn, Şêx, Mîr, Feqîr û qawalan dîtin, di dema xwarinê de di’ayan dikirin. Wan jî digot hemî di’ayên me Kurmancî ne.
Martin: Jizwe di nava wan di’ayan de pir peyvên ‘Erebî hene. Li Ermenîstanê jî di’a bi Kurdî ne lê di nava wan de jî ‘Erebî heye.
E. P. Ev jî îsbata ku ola Êzîdîtî di bin bandora Misilmantîyê de çiqas pir maye ye.
Martin: Ji Şêx Adî(Hadî) tê, hevalê Şêx Evdilqadirê Geylanî ye. Ew sofîkî bûye.
E. P. Hûn helwesta dewletê ku Kurmanckî/Zazakî wek “zimanekî cuda” dike çawa dibînin? Li zanîngehên Dêrsim, Çewlîk û Mûşê ev zaravayê Kurdî wek zimanekî cuda tê dîtin.
Martin: Li gor dîtina min ji salên1930an de hin projeyên dewletê hene: Xwestine nava Zaza/Kird û Kurmancan xera bikin. Pêşniyarek Hasan Reşit Tankut hebû. Piştê derbeya 1960an di navbera deverên ku Kird lê dijîn û deverên Kurmancan de korîdorek bê vekirin û vê korîdorê bi Tirkan bê tijî kirin ku pêwendiyên wan qut bibin. Niha perwerdehiya bi Zazakî pir normal e, ger em zimanê dayîkê bifikirin. Yanî mafê her zarokek heye bi zimanê dayîkê perwerde bibe. Zarokek Zaza bi Zazakî, Kurmanc jî bi Kurmancî bê perwerde kirin.
A.Kani: Di vî warî de dîtineke İsmail Beşikçi heye. Di gotareke wî ya ku min wergerandibû Kurdî de dibêje:” Çawa Îdeolojiya fermî di serdema avakirina Komara Tirk de digot Kurd ne gel in, milekî Tirkan in, zimanê xwe yê Tirkî jibîr kirine, Farisîkî lihevketî diaxivin. Niha jî nûnerên îdeolojiya fermî heman tezê diparêzin û dibêjin zimanek bi navê Kurdî/Kurmancî heye, Kurd/Kurmanc hene, lê kesên ku bi Zazakî diaxivin milekî Tirkan in.” Beşikçi wiha didomîne: “Berê çawa digotin Kurd Tirk in, niha jî dibêjin Zaza ji Kurmancan/Kurdan cuda ne, bêtir nêzî Tirkan e, bi van gotinan îdeolojiya fermî didomînin.” E.P. Hevalê Kanî dixwaze bêje ev polîtîkaya fermiya dewletê ye, polîtîkaya fermî ya dewletê heye.
Martin: Belê, Polîtîkaya fermî ya dewletê heye, lê hin polîtîkayên siyasetmedarên Kurd jî hene, hin naxwazin zaravayê Zazakî wek zaravakî cuda binasin. Tezên wan yên bo Kurdan tek zimanî hene.
A. Kani: Yanî dibêjin bila Kurd bi zaravakî tenê bin?
Martin. Belê, tek zarava, zaravayên din bila tunebin, ev helwesteke şowenîst e hinekî. Divê li hember vê jî bê derketin.
E. P. Gelo dixwazin bila di nava Kurmancan de bihelin mamoste? Niha ez dixwazim li vir tiştek cuda bibêjim: Em bêjin ku Soranek heye bibêje ez ne Kurd im, ne Kurdîstanî me? Ez qet rast natime.
Martin: Ger bixwaze dikare bibêje. Kesên bi Soranî axêvin her dem xwe Kurd, Kurmancî axêv jî her dem xwe Kurd qebûl kirine. Zazayan jî xwe wisa… Dîtina piranî ev e.
E. P. Hewramî jî wisa ye. Tu zaravayekî Kurdî nabêje em ne Kurd in. Em bi zaravayekî derveyê Kurdî diaxivin nabêjin.
Martin: Lê kes hene.
E. P. Dibe ku kes hebin. Lê helwesta dewletê ya taybet bo Zazayan mirovan hinek dide ramandinê. Ez di vê mijarê de bi we re me: Çi dibe bila bibe zaravayê Zazakî heye û ji perwerdehiya bi vî zaravayî re tu fikarî jî nabînim. Piştgiriya dewletê tercîheke polîtîk e. Ger dewlet tercîheke wisa bike jî, ji ber ku mafê bikaranîna zimanê dayîkê ye, divê li hember neyê derketin.
Martin: Li gor min jî…
E. P. Helbet bo ku dewlet tişkî wiha neke em li hember derkevin. Wek mînak ku referandûmek pêk bê belbî pir hindik Zaza, belbî Zazayek jî nebêje ez ne Kurd im.
Martin: Lê hişmendiya zaravayekî cuda cuda ye. Li gor zimanasan Zazakî ji milekî cudayê zimanên Îranî ye. Lê ev ne girîng e, ya girîng ew e van mirovan xwe Kurd dibînin.
E. P. Jiber ku pirê raperînên Kurdan bi rêberiya Zazayan pêk hatine. Raperînên girîngtirîn mesela ya Şêx Seîd û Dêrsimê…
Martin: Di heman ‘eşîretê de hem Zazakî hem Kurmancî axêv hene. Belê, wek mînak li Dêrsimê ‘eşîra Hormek heye. Yek ji wan Dr. Şivan(Seîd Qirmizîtopraq) bi Kurmancî diaxifî, balkêş e, ji heman ‘eşîretê Zazakî axêv pir in.
E. P. Li gor we ger ku dewlet piştevaniya Zazakî bike, dê bibe zimanekî serbixwe? Xetereke wiha heye? Dîtineke wiha heye ku zaravayek ji layê dewletê ve were piştevanî kirin û bibe zimanê fermî ew dem zarava dibe ziman. Ger em layê siyasiyê mijarê deynin hêlekî tu va çawa dinirxînî?
Martin: Li gor min stabdardbûna Zazakî bo Zazayan tiştekî erêni ye, baş e, zaravayekî cuda pirseke polîtîk e. Ev ne girîng e, zimanasî di vî warî de ne bi tenê ye. Ger civatek xwe Tirk bibîne ew Tirk in, ger ray bide partiyê Kurdan, di rêxistinên sivilê Kurdan de bixebite ew Kurd in. Ger rêxistinên wan cuda hebin, wek mînak ger Zazayên Çewlîkê rêxistina xwe biafirînin, hinek cuda dibin. Ev cudahî dibe ku di bin sîwana Kurdî de be, dibe ku xwe ji vê sîwanê bikişînin jî. Ez wek zanyarekî nikarim rastiya li vir tesbît bikim.
E. P. Pirseke dawîn: Bi minasebeta afirandina zimanekî netewî yê Kurd, zaravayên Kurdî bi yekbûnê dikarin zimanekî netewî biafirînin?
Martin: Ez vê îhtîmalê nabînim. Ez bi xwe şowenîst(heyran)ekî Melayê Cizîrî me. Çunkî ez di destpêkê de bi tesîra Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî fêr bûm. Di vê mijarê de mesela pirtûkeke Cemal Nebezî ya balkêş heye. Bi navê“Zimanê Kurdî Yekgirtû” ye. Nebez, zimanekî pir sûnî, enteresan wek esperento afirandiye, dibêje min hewl daye ku zimanekî hevpar biafirînim. Pirtûkek gramera nû nivîsî, bi alfabeya ‘Erebî, xebateke wî bi navê “Etimolojiya Zimanê Kurdî” heye.
E. P. Em bêjin ku paşê Soranê hêz girt, bû zimanê fermiyê dewletê, dikare zaravayên din bigre nava xwe?
Martin: Ez zen nakim. Civateke berfireh niha Soranî di’ecibîne, lê li gor min Kurmancî dê xwe biparêze. Emir Hesen Pûr jî di heman dîtinê de ye, dibêje bibe nebe dê Kurdî wek zimanekî du standardî bidomîne.
E. P. Li Ewropayê mînakên wî hene? Dewletên bi du zimanan hene? Dewletek lê welatek xwedî du zimanên cuda heye?
Martin: Belçika heye, Fransa wek mînak. Swêstir wek mînekek pir serkeftî heye ku li wir 4 ziman tên axivîn. Ger tu ji Almanî axêfan re bêjî hûn Alman in hêrs dibin, dibêjin em ne Alman in. Zimanê minê dayîkê Almanî ye, lê ez ji neteweya Swestirê me. Zimanê dewletê fermî, zimanê nivîsê diguhere, li hin herêman Latînî heye, hin term bi Latînî ne.
E. P. Ger em siyasî bifikirin, tesîra ziman ya li siyasetê bifikirin; mesela serok Barzanî dema tê Tirkiyeyê, bi rayedarên dewletaTirk re hevdîtinan dike. Belkî di çavê dewleta Tirk de jî wek nûnerê hemû Kurdan tê qebûl kirin. Dema ku wiha ye, tevî ku ew bi xwe Kurmance jî dîsa bi Soranî diaxive. Nêçîrvan jî wiha ye. Li gor we ev ne astengeke? Kurdên Bakurê Kurdîstanê peyvek bi Soranî nizanin, Barzanî çawa kare wan temsîl bike?
Martin: Bi qasî ku ez dizanim wî tu car xwe wek tek temsîlkarê Kurdan nedîtiye.
E. P. Lê ew wisa nebêje jî, jiber nefspiçûkiya xwe nabêje, Tirkiye wî wisa dubîne. Li gor hin Kurdan ew niha serokekî netewî ye.
E. P. Jixwe li Tirkiyeyê tradîsyoneke PDKê heye, bo wan ew serokekî netewî ye.
Martin: Ji dervayê wî jî heye… Mele Mistefa Berzanî sembola hemû Kurdan bû. Lê Mesûd Barzanî serokê dewletekî ye, rola dîrokiya Mistafa Barzanî cuda ye, Kurdan hişyar kir, ev pir girîng e. Ger bê bîra me di salên 1960an de bi gotina “Lêre Dengî Kurdistanî Îraq”navdar îstasyoneke radyoyê hebû. Wê li mirovan pir tesîr kir. Mesud Barzanî an Nêçîrvan Barzanî rêveberên dewletek in. Ew niha wek mirovên dewletekî li meselê dinêrin. Pêşî nûnerê malbata xwe ne. Dewleta wan e. Wek qiraliyetek wir dibînin.
E. P. Hûn ji malbata Barzanan re kraliyet dibêjin?
Martin: Belê.
E.P. : Ev rexneyeke, dîtina we ya şexsî ye. Ez li hember derdikevim, beşdarnabim. Li gor ziman binirxînin…
Martin: Hûn dikarin beşdar nebin. Ew wek dewlet diramin. Saziya li Başûr wek dewlet, lê carek bifikirin: Ji aliyekî ve Bexda heye, saziyek li ser wan. Du dewletên girîng ên cîran hene Îran û Tirkiye. Hem ji hêla siyasî hem ji hêla ekonomik ve cîranê girîngtirîn Tirkiye ye. Hem Telebanî hem Barzanî li Enqereyê ji zû ve ye nûnertî vekirine. Berê jî di serdema Mele Mistefa Berzanî de jî pêwendî hebûn. Ji Derya Reş di ser Tirkiyeyê re bi agahdariya dewletê çekan dibirin Başûr. Ew ji wezîrê derveyê Tirkiyeyê Dawûdoglû memnûn in. Fikrên Dawûdoglû li berjewendiyên wan tên, dikarin bi Dawûdoglu re li hev kin. Dibe ku mirov pejirandina Soranî tenê wek zimanê fermî bo Tirkiyeyê wek jestek jî binirxîne. Du tişt hene ku Kurdên Başûr û Bakur ji hev cuda dikin: Yek alfabeya ‘Erebî û yê din Zaravayê Sorani ye. Ew naxwazin herfên latînî bikarbînin.
A. Kanî: Pirtûkeke Emir Hesenpûr heye bi navê:”Li Kurdîstanê Ziman û Neteweperwerî” Di wê Pirtûkê de qala Îsmet Şerîf Wanlî dike, ew serokê(kevn)ê Yekîtîya Xwendekarên Kurd yên li Ewropayê ye. Di wê serdema ku serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurd e, dibêje: Îngilîz û Mistefa Kemal di hin mijaran de li hev nakin. Mistefa Kemal bo ku Kurmancî nebe zimanê perwerdehiyê te’wîz dide wan. Emir Hesenpûr di pirtûka xwe de behsa vê dike: Bo Soranî bibe zimanê perwerdehiyê, pêşî li Kurmancî bê girtin, jiber ku Kurmancî hem li Başûr, hem li Bakûr yanî li Tirkiyeyê heye, ne ku Îngilîz heyranê Soranî ne, lê li her du aliyê sînor(li tevî Kurdîstanê) Kurmancîaxêf hene bi vî awayî parastina sînoran zehmet e. Ger Soranîaxêv bên pêşxistin li herder serdest bin, dê Kurdên din wan fêm nekin. Îsmet Şerîf Wanlî tezek bi vî awayî tîne zimên: Îngilîzan ji Mistefa Kemalî re gotin ku emê Soranî bikin zimanê perwerdehiyê hûn jî dev ji mafên xwe yên Başûr berdin. Bi vî awayî bi Tirkiyeyê re peyman çêkirin. Mistefa Kemal jî got bila Mûsil-Kerkûk ji we re be bes bila yekîtiya Kurdan pêk neyê, bila em Kurdan perçe bikin. Emîr Hasanpûr dibêje ku Î.Şerîf Wanlî bo vê teza xwe delîl nîne. Me hevpeyvînek bi Fadil Omerê Duhokî re çêkir(Ew jî zimanas e), wî jî got me jî pirtûka Emîr Hesenpûr xwendiye, ji vê mijarê agahdar in. Em pê hesiyan ku di dest lêkolînerek Kurd de belge û delîlên vê peymanê hene lê hîn jî me bidest nexistiye. Di vî derbarî de tu agahî yên we hene?
Martin: Ez zen dikim belgeyên ku İ. Şerif Wanlî behs dike tune ne, heta ez emîn im tune ne. Lê İngilîzan ji Kurdan re bo Soranî alîkarî kir. Edmonds hebû, li aliyê Kurdan jî Tewfik Wehbî hebû. C. J. Edmonds wezîfedarê fermî bû. Berî wî Nobel, piştî salek du salan ji wezîfe hat girtin. Nobel ji alî Kurdan bû. Tevfik Wehbi di artêşa Iraqê de wek serbaz xebitî. Tevfik Wehbi bo Soranî alfabeyek amade dike. Herfên E, O û Pyan di alfabeyê de bi cih dike. Nobel ji wezîfe tê girtin, Nobel terefdarê Kurdîstaneke serbixwe bû. Du salan xebitî, bi Mîr Celadet Bedirxan re xebitî. Ew ji wezîfe tên girtin Tewfik Wehbî û Edmond cihê wan digrin.
E.. P. Min heman pirsê ji Hesen Silêvanî pirsî. Hevalê me ye, zû bersiv şand. Got em ji kesê danaxun lê di destê me de belge nîne. Di wan serdeman de asîmîlasyona berbi ‘Erebî hebû, bi taybetî jî li Mûsilê, herêma Behdînan, Marûf Xeznedarê ku çû ser dilovaniya Xwedê, di sala 2005an de me hev dît, wê demê li Bakur Kursên Kurmancî vebûbûn, wek E. Hasanpûr di pirtûka xwe de dibêje “ev polîtîkaya asîmîlasyonê bes li ser Kurmancî hebû, lê Soranî li dibistanan serbest bû. Mijar vebû, Xeznedar got ku: “Li ba me her dem Soranî hebû, Lê Behdînî her dem tunebû, Zaxo jî tunebû. Belgeyeke ku Kurmancî zimanê perwedehiyê ye li ba we heye? Di salê 1930-1940an de… Di dema Birayên Evdurmanî de lêkolîn zêdebûn, pirtûkên dibistanê bes bi Soranî dihatin amade kirin.”
Martin: Di salên 1970yan de ez li herêmên rizgarkirî mam. Di wê serdemê de hin pirtûkên bi Behdînî hatibûn nivîsîn hebûn, lê dibistan tunebûn.
E. P. : Dîsa spas dikim.
Martin: Ez spas dikim.