Serrûpel Magazîn Biryare MISS KURDISTAN were çêkirin

Biryare MISS KURDISTAN were çêkirin

Belav bike

Tê gotin ku piştî xelasiya festîvala hunerî ya “Halla Erbîlê” ku niha li bajarê Hewlêrê tê meşandin, li gor pêwer û pîvanên navneteweyî pêşbirkek ji bo şahciwana Kurdistanê bê pêkanîn.

Heta niha 15 kesan serî ji bo beşdariya vê pêşbirkê dane. Li gor zanyariyên gihiştine ajansên nûçeyan merc û standardê şahciwana Kurdistanê bi ser çend merc û standartan de hatine parvekirin, ji van rewşa rewşenbîrî, sipehîtî, pordirêjî, kepiyê (poz, bêvil) biçûk û bejinbilindî yên serekî ne. netkurd