Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmed Davutoglu ji heman kanalê re ragihand û got ku ev kar û xebat ji mêj were tên kirin. Davutoglu da diyarkirin ku ‘hevdîtinên der barê çek danînên PKK’ê de bi awayekî xurt didomin’ û got ku di nava van xebatan de; Emerîka, Tirkiyê û Îraq heye û ‘ev xebat gihiştiye asata biryarê.’ Hêjayî gotinê ye, der barê daxuyaniyên Beşîr Atalay û Davutoglu de heta niha ji aliyê PKK’ê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.
Avestakurd