Serrûpel Nûçe Di merasîma definkirina xwe de av xwest

Di merasîma definkirina xwe de av xwest

Belav bike

 Ew mirî bû, ji xwe dê û bavê wî ew biribûn cem doktor û doktor ji malbatê re gotibû ku ‘ji ber nexweşiya zatûrê mirî ye’ û malbat piştî zanîn kurê wan mirî ye, merasîma kurê xwe çêkirin. Lê berî merasîm bi dawî bibe, Kelvin Santos ku mirî ye û di darbestê de dirêjkiriye ji nişkanve radibe ser xwe rûdine û ji bavê xwe re dibêje “Yabo, tu dikare avê bide min.” Malbat û kesên li merasîmê şaşmayî dimînin, dikin qîr û zarok bilez dibin nexweşxaneyê. Lê vê carê bi rastî zarok mirî ye. Ji ber ku baweriya malbatê bi doktoran nemabû, piştî bendemayîna çend demjmêran kurê xwe defin dikin. Lê, malbatê der barê doktoran de doz vekir. Doktoran jî egera vejîna zarok diyar nekirin. Lê vekolîna egera vejîna zarok hatiye destpêkirin.

 

Avestakurd