Mizgefta ku xelkê lê nimêj dikir berê wê ne li Qible bû. Ew 60 dereceyan şaş hatibû avakirin.
Milet dibêje ev 30 salin wan şaş nimêj dikir û ew nizanin bê ka wê li cem xwedê ew nimêja wan çawa were qebûlkirin.
Gundiyan ew mizgeft xerab kirin û li şûna wê bi 200 hezar lîreyên Tirk mizgefteke din ava kirin.
Dema ku li ser Qibleya mizgeftê nakokî di navbera gundiyan de derket, ew pê hesiyan ku bi rastî Qibleya mizgeftê şaş e û ev 30 salin ew berê xwe şaş didin Qibleyê.