Serrûpel Nûçe Mohamed pasport stand û tê Almanya

Mohamed pasport stand û tê Almanya

Belav bike
 Mohamed sibe (12.06.2012) derdora seet 22.00 digihê Almanya balafirgeha Dusseldorfê.

Ambulanseke Uniklink ya nexweşxaneya Bonnê, wî ji balafirgehê dibin nexweşxaneyê.

Jêdereke nexweşxaneyê ji malpera Avesta re ragihand bi ihtîmaleke mezin ewê di vê hefteyê de were emeliyatkirin.

Dema ku doktorê emeliyatkirinê yê Kurd Dr. Behman Îsmaîlzade ji Mohamed re gotiye “çi dixwazî ji te re hazir bikim, dema tu hatî?” 

Mohamed jî gotiye: T-Short´ekî taximê Barcelona.

Têbinî: Emê di rojên pêş de di derbarê alîkariya hatî komkirî de we agahdar bikin.

AVESTAKURD