Îsal 39. xelatên Perperoka Zêrîn hatin belav kirin. Di kategoriya Hunermendê Mêr yê Mûzîka Fantazî a Salê de Îbrahîm Tatlises hêjayî xelatê hat dîtin. Îbo derkete ser dikê û xelata xwe wergirt. Li ser dikê axifî û kesên sala çûnê li dijî wî suîkast pêk anîbûnan re peyam şand. Tatlises wiha got: Kesên sala çûyî ew êrîşa kirin, zen kirin ku ezê wendabim. Bîstekî berê keçika Sabanci got, temenê pepûleyê 24 saet bû ye. Bi rastî kesên ew tişt kirin zen kirin ku ezê wenda bikim, wek pepûleyê bifirime aliyê din, lê heta Xwedê îznê nede kes nikare min bişîne aliyê din. Ez wek pepûleyekê firiyam û hatime vir”.